Îsraîlê li Hizbullahê da: 3 endamên wê hatin kustin

11 June 2024 12:51 0 dîtin
Îsraîlê li Hizbullahê da: 3 endamên wê hatin kustin

PeyamaKurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku frokeyên şer ên Îsraîlê duh hêrişî herêma El Quseyrê ya li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê ye û di bin kontrola hêzên Hizbûllahê de ye kirine.

Hat diyarkirin ku di hêrişa ku li dijî karwaneke kamyonên neftê hatiye kirin de 3 jê Sûriyeyî 5 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Cîhana Erebî, di encama hêrişa Îsraîlê de gellek kamyon şewitîne.

Herwiha jêderekî leşkerî yê Lubnanî ji AFP re ragihand ku di encama hêrişa Îsraîlê de 3 endamên Hizbullaha Lubnanê yên ku li ser karwana tankêreke neftê bûne jî hatine kuştin.

Jêderê hanê aşkere kiriye ku di hêrişa Îsraîlê de 9 mûşek hatine bikaranîn û karwaneke tankêrên neftê û avahiyek li devera Hûş el-Seyîd Elî  ya navçeya Hermelê ketine ber şêla van mûşekan

Jêder daye zanîn ku di encama hêrişa mûşekî ya Îsraîlê ya li dijî vê avahiyê de 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin û 3 endam jî di bin kavilê avahiyê de birîndar bûne.