Di êrîsa Hizbullahê de 2 îsraîlî hatin kustin

12 November 2024 18:45 0 dîtin
Di êrîsa Hizbullahê de 2 îsraîlî hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hizbullahê bi moşekan êrîşî ser bajarê Nahariya yê Îsraîlê kir û di encamê de du îsraîlîyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên medyayî, di êrîşa moşekî ya Hizbullaha Lubnanê de, yek ji moşekan li bajarî peravê yê Nahariya li avahiyekê ket. Hate diyarkirin ku di wê avahiyê de 2 kesên temenê wan dor 40 salî jiyana xwe ji dest dan.

Hin roketên Hizbullahê ji aliyê sîstemên berevaniya asmanî ve hatin pûçkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 10 moşek hatine avêtin û hinek ji wan li nêzîkî cihên niştecihbûnê ketine.