Hemas: Zêditirî 60 dîlên Îsraîlî dema êrîsan hatine kustin

05 November 2023 14:07 0 dîtin
Hemas: Zêditirî 60 dîlên Îsraîlî dema êrîsan hatine kustin

PeyamaKurd - Baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê îdia kir ku di êrîş û bombebaranên Artêşa Îsraîlê de herî kêm 60 dîl hatine kuştin.

Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê yê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde li ser Telegramê got ku zêdetirî 60 dîlên di destê wan de hatine kuştin.

Ubeyde ragihand ku 23 termê dîlan di bin avahiyên herîfî yên Xezeyê de ne û gotiye: “Wiha naxuye em bikarin bigihin dîlan ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li dijî xelkê Xezeyê.”

Heta niha ji aliyê Îsraîlê ve derbarê daxuyaniya Ubeyde de, ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.