Hemasê 13 dîlên Îsraîlî û 7 dîlên biyanî berdan
PeyamaKurd – Piştî ku bi navbeynkariya Qeterê li ser beşa duyem a berdana dîlên di destê Hemasê de li hevkirin çêbû, Lîwayên Qesamê ragihand ku wan 13 Îsraîlî û 7 biyanî berdana.
Lîwayên Qesamê yên Hemasê derengiya şevê ragihand ku wan 13 dîlên Îsraîlî û 7 welatiyên biyanî radestî Heyva Sor kirine.
Li gorî lihevkirina Hemas û Îsraîlê, divê li beramberî 50 dîlên Îsraîlî 150 girtiyên Filîstînî ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.
Navbero mirovî ya şerê Îsraîl-Hemasê 24ê Mijdarê dest pê kiribû û dê çar rojan dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin