Artêsa Rûsya: NATO xwe ji bo serekî mezin amade dike!

28 December 2021 18:36 0 dîtin
Artêsa Rûsya: NATO xwe ji bo serekî mezin amade dike!

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Aleksandr Fomîn ji ataşeyên leşkerî yên li Moskow û nûnerên balyozxaneyên welatên biyanî re axivîb

Fomîn li ser aloziya Ûkraynayê got: “NATO xwe ji bo şerekî çekdarî yê mezin bi Rûsyayê re amade dike.”

Fomîn îdia kir ku NATO ji bo şerekî çekdarî yê giran û mezin ê bi Rûsyayê re ketiye tevgerê û wekî mînak jî stratejiya leşkerî ya NATOyê ya sala 2019an nîşan da.

Berpirsê leşkerî yê Rûsî herwiha gotiye, “Di danezana Romayê de hatiye diyarkirin ku bi taybetî Rûsya û NATO hevdu weke dijmin nabînin û ev xet di lûtkeya Konseya Rûsya-NATO de ya sala 2010an de li Lîzbonê hatiyle piştrastkirin.”

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden jî li ser aloziya li Ûkraynayê û îhtimala dagirkeriyeke Rûsyayê, 10ê Çileya 2022an dicive.

Herwiha Reutersê jî bi zarê berdevkê rêveberiya Biden diyar kiriye ku civîna Rûsyayê ya bi NATOyê re 12ê Çileyê 2022yan tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyan 13 Çileyê jî bi beşdariya Moskow, Washington û gelek welatên Ewropayê civîneke herêmî li ser krîza Ûkrayna-Rûsya tê lidarxistin.