Li Deryaya Baltikê NATO û artêsa Rûsya têne beramberî hev!
PeyamaKurd – Li demeke ku NATO bi beşdariya hêzên welatên endam, li Deryaya Baltikê berdewam dike, ji artêşa Rûsyayê jî pêngavek hat avêtin û hêzên herdu aliyan têne beramberî hev û metirsiya rûbirûbûna NATO û Rûsyayê çêdibe.
Hat ragihandin ku artêşa Rûsya jî 15ê Hezîranê li Deryaya Baltikê tetbîqateke mezin a leşkerî pêk tîne ku tê de 40 keştî, 25 balafir û nêzî 3 hezar û 500 leşker cî digirin.
Welatên endamên NATOyê li Derya Baltîk dest bi tetbîqata xwe ya salane kirine.
Li aliyê din Moskow jî bi beşdariya bêhtirî 60 keştiyên şer û piştevaniyê yên Fîloya Pasîfîkê, li Deryaya Japonya û Oxotskê dest bi tetbîqatê kiriye.
Herwiha Artêşa Rûsyayê ragihand ku heta 15ê Hezîranê wê 40 keştî, 25 balafir û nêzî 3 hezar û 500 personel beşdarî tetbîqatên li Baltik jî bibin.
Di tetbîqata NATO ya Baltikê de cara yekem hêzên Fînlanda ya ku nû bûye endam jî cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin