NATOyê, agahiyên tetbîqata li Deryaya Baltikê parve kirin

30 September 2022 16:30 0 dîtin
NATOyê, agahiyên tetbîqata li Deryaya Baltikê parve kirin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên NATOyê ve hat ragihandin ku 17 welatên endamên NATOyê, li Letonyayê dest bi tetbîqatan kiribûn û di wan tetbîqatan de moşekên Amerîkayê yên HIMARS hatine ceribandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi 4 hezar û 200 leşkerên 17 hevkaran re di navbera 19 û 30ê Îlonê de li Silver Arrowê tetbîqat hatine kirin.

Hat ragihandin ku Amerîka, Brîtanya, Arnavutluk, Kanada, Çekya, Danimarka, Fransa, Almanya, Macaristan, İtalya, Letonya, Karadag, Makedonyaya Bakur, Polonya, Slovakya, Sloveny û Îspanya tevlî van tetbîqatan bûne û ji bo van tetbîqatên ku her sal tên kirin, grûpa pirnetewî ya NATOyê jî tevlî bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku moşekên HIMARSê yên Amerîkayê, ji bo vê tetbîqatê bi balafirên kargoyê yên C-130î hatine kişandin û di tetbîqatên li Deryaya Baltikê de hatine kirin de herêmên aborî yên munhasir ên aîdê Letonyayê hatine hedefgirtin.