Ji Rûsyayê peyama tetbîqata NATOyê: Tedbîrên pêwîst tên girtin!
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov derbarê tetbîqata leşkerî ya NATOyê ku li herêmê bi navê “ "Steadfast Defender 2024 - Parêzvana Bibiryar 2024” tê lidarxistin de, daxuyanî da û got, ji bo Rûsyayê xeter e.
Peskov li ser mijarê ragihand, “NATO rola xwe ya gefxwarinê ya li hemberî me didomîne. Em vê yekê dibînin. Li hemberî vê tedbîrên pêwîst tên girtin.”
Herwiha Peskov diyar kir ku NATO bi dehan sal in binesaziya xwe ber bi sînorên Rûsyayê ve dikişîne ku ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin.
Berdevkê Kremlînê li ser pêvajoya lêpirsîna derbarê xistina balafira Rûsyayê ya hefteya borî li herêma Belgorodê ku 65 jê dîlên ukraynî 74 kes miribûn jî got ku lêpirsîn, dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin