Rûsya: Em bi NATO re nêzîkî serekî rasterast bûne!
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di civîneke rojnamevanî de ku behsa şerê Ukraynayê kir de got ku ew û NATOyê nêzîkî şerekî rasterast bûne.
Zaharovayê diyar kir ku alîkariyê berdewam ên leşkerî bo Ukraynayê her diçe Rûsa û NATOyê nêzîkî rewşa şerê rasterast dike.
Rayedara Rûsî herwiha NATO wekî hevpara tawanên Ukraynayê bi nav kir û îdia kir ku di serî de Amerîka û welatên NATO sponsorên çalakiyên terorî yên rêveberiya Ukraynayê ne.
Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê ji 24ê Sibata 2022yan ve bi hinceta ku Ukrayna dixwaze bibe endama NATOyê şerekî berfireh daye destpêkirin û herî dawî 4 herêmên Ukraynayê jî îlhak kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin