Lavrov: Rojava, xwe ji bo serekî nû amade dike!

26 April 2023 14:30 0 dîtin
Lavrov: Rojava, xwe ji bo serekî nû amade dike!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, piştî Civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û amaje kir ku Rojava ji bo serdestiya xwe ya li cîhanê berdewam bike, amadekariyên şerekî nû dike.

Sergey Lavrov, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa berevaniya cîhanî û amaje kir ku Rojava dixwaze serdestiya xwe ya li ser cîhanê berdewam bike. Lavrov di dewama daxuyaniya xwe de got ku

"Amadekariyên gera nû ya şer tê kirin da ku serdestiya li cîhanê bidome. Pergala cîhanê ya pircemser bi awayekî objektîf teşe digire. Lê ez nizanim dê ev yek çawa bibe. Çavdêrên bêalî yên li Rusyayê û yên li derveyî Rusyayê jî diyar dikin ku NATO dixwaze Rusyayê tune bike. Lê Rusya li ser lingan dimîne.

Divê Rusya sînorên NATOyê dirêj neke. Me nexwest. Me tekezî li ser pêwîstiya rêgirtina li vê yekê kir. Çend caran soz dane me ku ev yek pêk nayê. Her kes dizane ku niha derewan kirine. Her wiha di Peymana Mînskê û peymanên din de jî derew kirin."

Lavrov bal kişand ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden ku gotibû ew ê dîsa di pêşbirka serokomariya Amerîkayê ya ku tê plankirin di sala 2024an da bê kirin, bibe namzed û wiha got:

"Berevajî rojnamevanên ku karê wan analîzkirina tiştên diqewimin e, hikûmeta Rusyayê destwerdana kar û barên dewletên din nake."