El Cerîda: Hizbullah amadekariya serekî domdar ê dijî Îsraîlê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê plan dike ku moşekên Rûsî-Îranî ji bo xistina balafirên Îsraîlê bikar bîne û xwe ji şerekî domdar ê bi Îsraîlê re amade dike.
Li gorî nûçeya rojnameya El Cerîda ya Kuweytê, Hizbullahê ti niyeta kêmkirina êrîşên xwe li dijî Îsraîlê nîne û diyar kiriye ku heta şerê Xezzeyê bidome ew ê çalak bin.
Hate gotin, Hizbullah di wê baweriyê de ye ku bi nêzîkbûna roja hilbijartinên serokomariya Amerîka re zexta li ser Îsraîlê zêde bike da ku şer rawestine.
Di rojnameyê de hat diyarkirin ku Hizbullah xwe ji bo şerekî ku bi mehan dewam bike amade dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin