Îsraîl: Hizbullah Lubnanê ber bi serekî nehewce ve dibe!

08 January 2024 11:05 0 dîtin
Îsraîl: Hizbullah Lubnanê ber bi serekî nehewce ve dibe!

PeyamaKurd – Pevçûnên li ser xeta sînorê Îsraîl û Lubnanê didomin

Di daxuyaniyeke di derheqê pevçûnên li herêmê de Berdevê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku Hizbullah bi roketan, bi wesayîtên hewayî û moşekên bêserûber kir armanc.

Hegerî herwiha bal kişande ser wê yekê ku "Hizbullah, hêza wekalet a Îranê, Lubnanê ber bi şerekî nehewce ve dibe. Şerekî wiha wê encamên wêranker li ser gelê Lubnanê çêbike."

Di dawiyê de jî diyar kir ku heta çareseriyeke dîplomatîk li herêmê neyê dîtin, artêşa Îsraîlê wê êrîşên xwe bidomîne.