Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku operasyona ser Sûriye û Rojava betal bike

16 June 2022 21:01 0 dîtin
Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku operasyona ser Sûriye û Rojava betal bike

PeyamaKurd – Ajansa TASS a bi ser dewleta Rûsyayê ve li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, nûçeyek belav kir.

Di nûçeya TASSê de hatiye gotin ku Rûsya ji bo Tirkiye operasyonê rawestîne fişarê li ser Tirkiyê dike û balê dikişîne ser hevdîtina nûnerê Sûriyê yê Rûsya Alexander Lavrentyev a bi rayedarên Tirk re ku ji wan daxwaza betalkirina operasyonê kiriye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Lavrentyev, li Kazaxistanê bi rayedarên Tirk re civiyaye û wiha tê gotin:

“Me ji wan re ragihand ku pêwîste pirsgirêk ne bi tundiyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê operasyon rageşiyê hîn zêdetir bike.”

Alexander Lavrentyev, doh jî dabû xuyakirin ku wê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê, li Sûriyê nearamiyê bixwe re bîne û ne karekî aqilane ye.