Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku çekdarên xwe ji 2 gundên Eyn Îsa vekisîne

24 November 2019 17:50 0 dîtin
Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku çekdarên xwe ji 2 gundên Eyn Îsa vekisîne

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser vekişandina, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji gundên dorûbera Eyn Îsayê hatine kirin.

Li gorî SOHRê danûstandinên Tirkiye û Rûsiyayê li ser vekişandina komên çekdarên ligel artêşa Tirkiyê  ne ku Rûsyayê xwestiye, komên çekdar ji gundên Mûeleq û Seyda ku doh ji alîyê  komên çekdar ve hatibûn dagirkirin derkevin.

SOHRê daye xuyakirin ku hê jî şer di navera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de li derdora wan du gundan berdewam dike.

Doh 23yê Mijdarê jî hatibû ragihandin ku di şer û pevçûnên dorûbera Eyn Îsayê de, 13 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatîne kuştin û 6 şervanên HSDê jî can dane.