Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 9 kes ji gundên Efrînê revandin
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên girêdayî Tirkiyê, 9 kes ji gundên Efrînê revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê belav kir, koma Ehrar El-Şerqiyê, roja 8/1/2022an xortê bi navê Îsmet Ehmed Ebdo ji gundê Behdîna revand û li hember berdana wî daxwaza 1 milyon Lîreyên Sûrî kir.
Rêxistinê da zanîn, çekdarên koma Polîsê Leşkerî roja 6/1/2022an, 4 kes (Cîhad Berekat, Xebat Mihemed Hebeş û Mihemed Subhî Hemo) ji gundê Celemê yê li navçeya Cindirêsê revandin.
Herwiha rêxistinê amaje bi wê da, piştî malbatên wan revandiyan fidya dan wê komê, 3 kes hatin berdan, lê heta niha çarenivîsa Mihemed Subhî Hemo ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan eşkere kir, çekdarên koma Mihemed El-Fatih roja 4/1/2022an du kes (Ebdilrehman Kolîko û Dawûd Zênî) ji gundê Memila yê li navçeya Raco revandin. Piştî ku her kesekî ji wan 1200 Lîreyên Tirkî wek fidya dan çekdaran, roja din hatin berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, çekdarên grûpa Ceyş El-Îslam roja 2/1/2022an xortê bi navê Husên Mihemed ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha destnîşan kir, meha Berçileya 2021ê, xortê bi navê Ciwan Hac Reşîd ji derbideriyê vegeriyabû gundê xwe Elemdara yê li navçeya Raco, lê dema çû rewşa xwe çareser bike û nasnameya xwe derxîne, ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şamê ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, serkirdeyê koma Silêman Şah, Ebû Emşê baca 2 hezar Dolar li xortê bi navê Hesen Rifet spandiye û gefa lêdanê û eşkenceyê lê xwariye eger bacê nede.
Rêxistina Mafên Mirovan herwiha dibêje: “Ev kiryarên dijmirovahî yên çekdaran bi awayekî sîstematîk û bi fermanên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên kirin, armanc jê ew e, welatiyên resen ên Efrînê bi neçarî koçber bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin