Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku terorîstan û opozîsyonê ji hev cuda bike

28 January 2020 16:33 0 dîtin
Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku terorîstan û opozîsyonê ji hev cuda bike

PeyamaKurd - Wezereta Derve ya Rûsyayê ragihand ku di hevdîtina Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, Lavrov ji Tirkiyê xwestiye kom û çekdarên terorîst û opozîsyona Sûriyê ya liberal li Idlib û bakurê Sûriyê ji hevdu cuda bike.

Li gorî daxuyaniya wezaretê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de rewşa Idlibê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşgolu re guftûgo kiriye û herdu aliyan behsa karên xwe yên hevbeş ji bo jinavbirina terorê û garantîkirina berdewamiya agirbestê li Idlibê li gorî rêkeftina wan a “Herêma kêmkirina aloziyan li Idlibê” ya 17ê Îlona 2018an kirine..

Hat gotin ku di pêwendiya telefonî de aliyê Rûsî xalên ji aliyê komên çekdar ve hatine binpêkirin ji aliyê Tirkî re diyar kirine û daxwaz jê kiriye, opozîsyona lîberal a Sûrî ji teroristan cuda bike.

Herwiha hat diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li ser piştevaniya komîteya destûra nû ya Sûriyê û çareseriya siyasî ya bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û welatên garantorên Astanayê kirine.