Rûsyayê ji Tirkiyê xwest, hemû berpirsiyariyên xwe bi cî bîne
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê da xuyakirin ku wan ji Tirkiyê daxwaz kiriye, hewlên xwe li Idlibê çalak bike û hemû berpirsiyariyên ku dane ser xwe bi cih werîne.
Zaxarovyê di civîna rojnamevanî de got, “Em ji partnerên xwe yên tirk dixwazin dawîyê li rewşa heyî ya li Idlibê werînin, avakirina devera bêçek jî di nav be, berpirsiyariyên xwe yên rêkeftina Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an bicih werînin û hewlên xwe di vê çarçoveyê de ji nû ve çalak bikin.”
Zaxarovayê herwiha destnîşan kir ku li gor zanyariyên wan El Nûsra – HTŞ ji bo operasyoneke berfireh bangewazî li hevpeymanên xwe kiriye û mebesta nihayî ya terorîstan kontrolkirina tevahiya herema kêmkirina rageşiyê ya Idlibê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin