Sûriye pistî 9 salan çû civîna Yekîtiya Ereban

05 March 2019 01:01 0 dîtin
Sûriye pistî 9 salan çû civîna Yekîtiya Ereban

PeyamaKurd- Piştî sala 2011an ku şerê nav Sûriyê destpêkir û heya niha cara yekeme ku Sûriyê temsîlkarê xwe dişîne civîna Yekîtiya Ereban. Civîn li Urdunê li payîtext Ammanê hat lidarxistin ku ya 29 emîn Konferansa Parlementeran ya Yekîtiya Ereban e.

Li ser navê Sûriyê serokê meclisa Sûriyê Kammûda Sabbah tevlî civînê bû. Sabbah serkeftinê bo konferansê xwest û hêvî kir ku biryarên konferansê û pêşniyar bo Ereban xizmetê bikin.

Serokê meclisa Urdunê Atif Tarawneh jî di axaftina xwe de got ku ew bi dîtina heyeta Sûriyê li Ammanê kêfwxeşin û divê Sûriye li herêmê car din ciyê xwe bistîne.