SOHR: Rûsya li ser sînorê Tirkiye û Rojava dîwarê beton lêdike
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê London a paytexta Brîtanya ye, ragihand ku Rûsyaya ku digel rejîma Sûriyê şerê komên çekdar dike li herêmên HSDê yên ku piştî êrîşên Tirkiyê bicih bûne, ji bo rê li ber derbasbûna çekdarên girêdayî bigire dîwarê beton lêdike.
Li gorî SOHRê Rûsyayê piştî êrîşên komên çekdar ku dixwazin rê li ber pêşveçûna rejîmê li Idlib û Helebê bigirin, hemleyeke nû daye destpêkirin û blokên beton li ser sînorê Tirkiyê yê navbera Dirbêsiyê û Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê danîne û dîwarekî lêdike.
Rûsyayê bi vî awayî rêya derbasbûna komên çekdar bo Idlibê girtiye ku ew herêma dîwar lêdike piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2019an ên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, bi HSDê re li ser bicihkirina hêzên rejîmê li hev kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin