Sebah li ser vekirina du deriyên sînorî yên nû di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de axivî

18 June 2022 12:59 0 dîtin
Sebah li ser vekirina du deriyên sînorî yên nû di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de axivî

PeyamaKurd – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bi berpirsên bilind ên Tirkiyê re bicive, serdana Enqerê kir û piştî civînan konferanseke rojnamevanî da û li ser vekirina du deriyên sînorî yên nû di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de axivî.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di mijara yekem a civînan de, çawaniya zêdekirina pevguhartina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate guftgûkirin û qala pirsgirêkên kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hate kirin. Herwiha aliyê Tirkî jî soz da ku her asankariyekê ji bo bazirgan û kompanyayên Herêma Kurdistanê bikin.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Di mijara duyem a guftûgoyan de, qala dirustkirina rêya hezinî ya trênê hate kirin ku niha têgihîştineke giştî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û aliyê Tirkî li ser vê babetê heye. Herwiha guftûgo li ser avakirina çend navendên bazirganiyê li ser sînoran hate kirin.”

Omêd Sebah destnîşan kir: “Di mijareke din de, qala çawaniya vekirina deriyên sînorî yên di navbera Herêm û Tirkiyê de hate kirin, wek deriyên Zêt û Serzêrê. Em ê encamên van hevdîtinan bibin pêşiya Serokwezîr û aliyên pêwendîdar ên Encûmena Wezîran û li wir biryarên pêwîst li ser tên dayîn.”

Sebah li ser deriyê Zêt diyar kir: “Me wek Herêma Kurdistanê, amadehiya xwe ji bo aktîvkirina vî derî nîşan daye û me pereyên pêwîst ji bo avakirinê dabîn kirine. Piştî vê civînê em ê vegerin hevdîtinê bi Serokwezîr re bikin û biryar wê li wir bê girtin. Lê belê biryara bingehîn ew e, her du alî dest bi cibicîkirina vî derî bikin.”