Finlandiya deriyên navbera xwe û Rûsyayê car din vedike

13 December 2023 00:01 0 dîtin
Finlandiya deriyên navbera xwe û Rûsyayê car din vedike

PeyamaKurd – Dewleta Fînlandiyayê bi sedema ku mirovên koçber ji Rûsyayê derbasî Fînlandiyayê dibin, ji 9 deriyên navbera Rûsyayê û xwe 8 ji wan girtibûn. Fînlandiya niha biryarê da ku 2 deriyên xwe yên navbera xwe û Rûsyayê vekin lê wê ji bo demekî kurt be.

Serokwezîrê Fînlandiyayê Petteri Orpo, ragihand ku wê 2 deriyan di 14ê Ferfanbarê de yên Valima û Neralayê vekin lê wê deriyên din girtîbin.

Fînlandiya Rûsyayê sûcdar dike ku Rûsya koçebran bi zanîn di wan deriyan de derbasî Fînlandiyayê dike.