SOHR: HSDê 4 leskerên Tirk li derdora Pira Qereqoxazê girtin

09 February 2025 11:01 0 dîtin
SOHR: HSDê 4 leskerên Tirk li derdora Pira Qereqoxazê girtin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li nêzîkî pira Qereqozaxê çar leşkerên Artêşa Tirkiyeyê girtine. 

SOHRê da zanîn, tîmeke HSDê bi awayekî nehênî derbasî rojavayê çemê Firatê bû û di encama êrîşekê de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê dîl girtin. 

SHORê eşkere kir, êrîş li devera Mezre’et El-Qaid nêzîkî pira Qereqozaxê hatiye kirin û derbarê çarenivîsa leşkerên Tirkiyeyê de zanyarî nîne. 

Berpirsên Tirkiyeyê heta niha derbarê vê bûyerê de, ti daxuyanî nedane. 

Hêjayî gotinê ye, doh Şemiyê Berdevkê HSDê Ferhad Şamî vîdeoyek belav kiribû ku tê de digot, wan endamên MÎT ango îstixbarata Tirkiyê girtine û ew dê mikurhatînên wan belav bikin.