SOHR : Ciwanekî Sûrî bi guleya leskerên Tirk hat kustin

15 January 2023 15:34 0 dîtin
SOHR : Ciwanekî Sûrî bi guleya leskerên Tirk hat kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê el-Raîî yê bakurê Helebê, dema ciwanekî Sûrî xwestiye derbasî aliyê Tirkiye bibe ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatiye gulebarankirin û can daye.

SOHRê daye xuyakirin, li bajarokê el-Raîî yê bakurê Helebê, dema ciwanê Sûrî Ehmed Cafer ê 20 salî dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe, ji aliyê cendermeyên Tirkiye ve hatiye gulebarankirin.

Hat diyarkirin ku Ehmed Cafer jiyana xwe ji dest daye û termê wî jî ji bo Nexweşxaneya el-Raîî hatiye veguhestin.

Ji destpêka sala 2023yan ve, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê 3 welatiyên Sûrî bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin û 4 welatî jî birîndar bûne.

Herwiha li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve 530 welatiyên Sûrî li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê dema xwestine derbasî aliyê Tirkiyê bibin hatine kuştin ku 101 ji wan zarok û 67 jî jin in, 1,340 welatî bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bûne.