Servanên HSDê droneke artêsa Tirkiyê xistin xwarê
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê bi daxuyaniyekê diyar kirin, şervanên wan droneke artêşa Tirkiyê li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê xistine xwarê.
Li gor daxuyaniya HSDê, şervanên wan do Duşemê saet 11:00ê berî nîvro droneke artêşa Tirkiyê li rojhilatê Eyn Îsa xistine xwarê.
Herwiha HSDê dîmenên dronê belav kir û eşkre kir, ew dron bi berdewamî li ser asmanê navçeyê difiriya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin