HSD: Di êrîsa droneke Tirkiyê de sivîlek û du servanên me hatin kustin

11 August 2022 12:00 0 dîtin
HSD: Di êrîsa droneke Tirkiyê de sivîlek û du servanên me hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir, di êrîşa droneke Tirkiyê ya li ser gundê Mele Sibat ê Qamişlo de, sivîlek û du şervanên me hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir, do di saet 17:10 droneke Tirkiyê otomobîlek li gundê Mele Sibat ê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de du şervanên wan (Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo) û sivîlekî bi navê (Edip Yûsif) hatin kuştin.

HSDê eşkere kir, artêşa Tirkiyê di demên dawî de êrîşên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi dronan êrîşan pêk tîne, di van êrîşan de ne tenê şervan, lê belê kesên sivîl jî tên armanckirin.