HSD: Di êrîsa Tirkiyê de 2 servanên me can dan
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirkiyê îro 5ê Gulanê bi dronê êrîşî ser xaleke leşkerî ya li bajarokê Til Hemîsê kiriye û di encamê de 2 şervanên can dane.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîş îro li saet 10:00 sibehê li sînorê bajarokê Til Hemîsê ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hesekê hatiye kirin.
HSDê da xuyakirin, di êrîşa dronê de, xaleke leşkerî ya hêzên ewlekariya Kampa Holê li gundê Qeyrewan ê li başûrê Til Hemîsê hatiye armancakirin û di encamê de 2 şervanên wan can dane.
Herwiha hat diyarkirin ku ew dê nasnameyên herdu şervanên can dane û hurgiliyên êşîrê piştre ji raya giştî re ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin