Di êrîsa Tirkiyê ya li ser bajarokê Eyn Îsa de 3 servanên HSDê can dan

19 September 2022 10:29 0 dîtin
Di êrîsa Tirkiyê ya li ser bajarokê Eyn Îsa de 3 servanên HSDê can dan

PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, di êrîşa Tirkiyê ya li ser bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê de, 3 şervanên wan can dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) do bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên roja 16ê Îlonê di êrîşeke artêşa Tirkiyê de li bajarokê Eyn Îsa can dane eşkere kir.

HSDê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, êrîş bi dronê hatiye pêkanîn û di encamê de 3 şervanên HSDê can dane.

Herwiha HSDê nasnameya wan şervanan jî eşkere kiriye û gotiye,  Îbrahîm Mihemed Berho bi nasnavê "Gîvara", Ehmed Hemed El Şawî bi nasnavê "Zagros" û Hecî Xelîl Mihemed bi nasnavê "Çiya Kobanê" di wê êrîşa Tirkiyê de can dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, yek ji şervanan 19 salî, yek 22 salî û yê din jî 24 salî bûye.