Li Kobanê êrîsa bi dronê: 2 servanên HSDê can dan, 5 sivîl birîndar bûn

12 June 2023 17:17 0 dîtin
Li Kobanê êrîsa bi dronê: 2 servanên HSDê can dan, 5 sivîl birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, îro 12ê Hezîranê êrîşeke bi dronê hat kirin.

Li gorî zanyariyan, artêşa Tirkiyê bi droneke bombekirî motorsîkletek li Kobanê kir armanc ku di encamê de, 2 şervanên HSDê can dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku îro li 11:55 xulekan motorsîkletek ji aliyê droneke Tirkiyê ve li ser rêya bajarê Helebê li derwazeya başûrê Kobanê hatiye hedefgirtin û 3 kes jî birîndar bûne.

Li gorê ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî droneke Tirkiyê motorsîklêtek li nêzîkî wêstgeha sotemeniyê ya li Kobanê kiriye armanc, di encamê de 2 şervanan can daye û 5 sivîl jî birîndar bûne.