HSD: Li Kobanê di êrîsa SÎHAyên Tirk de 3 servanên me can dan

24 October 2021 10:56 0 dîtin
HSD: Li Kobanê di êrîsa SÎHAyên Tirk de 3 servanên me can dan

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîleke leşkerî ya HSDê li Kobanê bombebaran kiriye û di encamê de 3 şervanên wan can dane.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya HSDê de wiha hat gotin: “Duh (23ê Cotmehê 2021), 3 şervanên me yên ku ji Sirrînê bi armanca tedawiyê çûbûn Kobanê, di rêka vegerê de, di derdora saet 17:40an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrîşê hewayî (SİHA) hatin. Di encama vê êrîşê de şervanên me bi navê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn gihîştin şehadetê.”

Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku di êrîşê de 3 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Sê roj berê jî Tirkiyê otombîleke berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin.

Ev êrîş di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Li gor zanyariyên SOHRê Rûsyayê glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ku heta roja 25ê Cotmehê, serkirdeyên HSDê li seranserî sînorê Sûriye û Tirkiyê armanc bikin.