Balafirên bêmirov li Iraqê yekem car bûn qanûnî

28 November 2024 10:07 0 dîtin
Balafirên bêmirov li Iraqê yekem car bûn qanûnî

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê bi xwendina yekem proje yasaya nû ya bikaranîna balafirên bêmirov ji bo mebestên sivîl pesend kir. Ev gava yekem e di danasîna qanûnî ya dronên li welat de.

Cîgirê Serokê Komîsyona Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ragihandiye, rêziknameya nû bi taybetî balafirên bêmirov ên ku ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn e.

Sindî gotiye: "Armanca vê pêngavê qeydkirina balafirên bêpîlot ên ku ji bo armancên sivîl tên bikaranîn."

Parlamentoya Iraqê pêr xwendina yekem a yasaya balafirvaniya sivîl kir. Yek ji bendên lêzêdekirî drone wiha pênase dike: "Balafir, amûra bêyî pîlot tê bikaranîn an jî kar dike."

Qeydkirin pêwîst e

Segvan Sindî derbarê hûrgiliyên rêziknameyê de jî got, "Em dixwazin li Iraqê bikaranîna balafirên bêmirov ên ji bo mebestên sivîl bên tertîbkirin. Weke welatên din, balafirên keşfê yên ku di qadên weke veguhestinê de tên bikaranîn jî bên qeydkirin."

Rêziknameya din a ku di proje yasayê de cih girtiye, pêwîstî bi avakirina dezgeheke fermî ya balafirvaniya sivîl û tomarkirina hemû firokeyên ku li Iraqê kar dikin di vê dezgehê de ye.

Sindî herwiha eşkere kir, "Ev rêzikname herwiha tomarkirina hemû balafirên bêmirov ên ku di nav sînorên Iraqê de tên bikaranîn, dihewîne."

Yasaya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê yekem car di sala 1974an de hat derxistin. Ev rêziknameya nû wek guhertoya pêncemîn a qanûnê hat tomarkirin.