Yekîtiya Awrûpayê xwe bo Trump amade dike

22 February 2019 23:51 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê xwe bo Trump amade dike

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpa xwe bo hemleyeka Trump amade dike. Eger Trump bo erebeyên ku ji Awrûpayê tên kirîn, baca îtxalata wan zêde bike, Yekîtiya Awrûpa ji niha de xwe amade dike ku bo erebeyên ji Amerîkayê tên firotin bo welatên Yekîtiya Awrûpayê, bacê deyne.

Yekîtiya Awrûpayê plan dike ku bo şîrketên Amerîkayê yên mezin yên weka Caterpillar Inc., Xerox Corporation û Samsonite International S.A. û bo gelek şîrketên weka wan re, bo berhemên ku hildiberînin bacê deynin. Di nava wan de kampon, makîneyên kar û gelek berhemên din hene.