Yekîtiya Ewropa xwe ji endamên nû re amade dike: 7 berendam hene...

29 August 2023 19:18 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa xwe ji endamên nû re amade dike: 7 berendam hene...

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, di Foruma Stratejîk a Bledê ya li Slovenyayê de gotarek pêşkeş kir. Michel got: “Ger em dixwazin bi ewle bibin, divê heta 2030î em xwe ji bo wergirtina endamên nû amade bikin.”

Serokê Komîsyona YEyê diyar kir: “Dema ku em rojeva stratejîya pêş a YEyê amade dikin, divê em ji xwe re armanceke zelal destnîşan bikin. Pêwîste hemû alî heta sala 2030î ji berfirehbûnê re amade bin.”

Hêjayî gotinê ye, welatên Albanya, Bosna û Herzegovîna, Moldova, Montenegro û Makedonyaya Bakur di forûma YEyê de amadehî kirin ku hemû jî welatên berendamê Yekîtiya Ewropayê ne.

 Herwiha piştî êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê, statuya namzetiyê bo Ukrayna, Moldova û Bosna Hersekê jî hatiye dayîn. Li aliyî din yek ji berendaman jî Tirkiye ye ku ev demek dirêj e danûsdandinên ligel Brukselê rawestiyane.