Yekîtiya Ewropayê, plansaziya enerjiya ku tê nûkirin dike

30 March 2023 17:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, plansaziya enerjiya ku tê nûkirin dike

PeyamaKurd- Saziyên Yekîtiya Ewropayê, (YE) li ser armancên bikaranîna enerjiya ku dikare xwe nûjen bike, wekî beşek ji planên xwe yên ji bo tekoşîna li dijî guherîna avhewa û bidawîkirina girêdana bi sotemeniyên fosîl ên Rusyayê re li hev kir.

Konseya Ewropayê ragihand ku di navbera welatên endam û Parlamentoya Ewropayê (PE) de li ser rêziknameya enerjiya dikare bê nûkirin lihevkirinek çêbû.

Li gorî vê yekê wê di sala 2030î de rêjeya çavkaniyên cihêreng ên vejenbar ên wekî ba û rojê di xerckirina enerjiya giştî ya YEyê de bibe ji % 42,5. Her wiha dibe ku ev hedef bigihîje ji %45an.

Li gorî daneyên dawî, di xerckirina giştî ya enerjiyê ya welatên Yekîtiya Ewropayê de para enerjiyên nûjen ji % 22 ye.

Hat diyarkirin ku hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê beşdarî armanca hevpar a nûjenkirinê bibin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê dê di tevahiya enerjiya ku di sektora veguhestinê de tê bikaranîn de para enerjiya dikare bê nûkirin, bibe ji % 29.

YEyê ji bo bigihîje armancên xwe yên avhewayê, pakêt amade kir û piştî şer û qeyrana enerjiyê hêmanên din li pakêtê hatin zêdekirin.