Besar Esad: “Me û Tirkiyê heya niha lihev nekiriye ji ber rêzgirtina li desthilatê esas e”
PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esad li parlementoya Şamê li ser têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê bi taybetî li ser normalkirina têkiliyên her dû dewletan axifî. Esad got ku heya niha bi Tirkiyê re lihev nekirine ji ber rêzgirtina li desthilatê esas e. Esad weha got:
“Pêngavên em bavêjin her çi dibin bila bibin wê bingeha wan desthilat be, sînorên wê, dê desthilat be û pîvana wê jî desthilat be.”
Li gor ragihandina ajansa dewletê ya Sûriyê ya SANAyê Esad axaftina weha dewam kiriye:
“Hevdîtinên me heya niha encamekî erênî nedane. Rewşa heyî ya krîza kureyî û bandora wê ya li ser me, ji ber hissên xemgîniyê, kêrkirina birayekî an ji êşa îxaneta dosteki dûr, ji bo em li hev rast bikin, hêjî divê em xebatekî baş bikin.
Ji ber vê rewşê, li ser têkiliyên bi Tirkiyê re ji yekî zêdetir teref (Rûsya-Iraq-Îran) em li ser hewlên wan rawestiyan. Yek ji wan hewlan 5 sal an zêdetir berê bû. Di astên cuda de me gelek civînan kir. Lê me ti encamekî erênî bi dest nexist. Ji bo em paşde vekişin, me qewet neşand û axa dewleta cîran îşxal nekir.
Tevî kesên ku hewlan dan destpêkirin û ciddiyeta wan ya di normalkirina têkiliyên me û Tirkiyê de, ji ber pêşdeçûn nebûn, ne tenê li aliyê Sûriyê li Tirkiyê jî xesar zêde dibûn. Bi vî awayî em hatin rewşekî berbiçav û ya ku nayê înkarkirin.
Me berya şer û piştî şer jî siyaseta xwe neguhert. Bi eksa wê 13 sal zêdeye ku meyla xelkê Tirk, cîrantiya wan û niyet û siyaseta rayedarên Tirkiyê ji hev cuda kir. Ji ber meylên me, niyetên me û di siytaseta me de ti tiştekî xwe neguhertiye û em nabin sedemên tiştên guhertî.”
Serokê Sûriyê rexne li siyaseta Tirkiyê kir û weha dewam kir:
“Ji bo em îro paşde vekişin,me hêzên xwe neşand û axa cîranê xwe îşxal nekir, ji bo xelkê cîran bikujin me destekê neda terorê.. Me wî wekî birayê xwe dît. Rayedarên Tirkiyê her wext dibêjin koçber û mijara terorê. Sûriye jî dibêje ji ser axa Sûriyê vekişin û mijara terorê. Di van 4 serikan de jî em bawer nakin ku pirsgirêkekî me an yê Tirkiyê heye.”
Serokê Sûriyê Beşa Esad berê jî gotibû eger di naveroka hevdîtina bi Tirkiyê re de xala vekişîna ji Sûriyê hebe ew amadene ku hevdîtinan bikin. Her çendîn Esad behsa hevdîtinên niha nake jî, îro di asta îsîxbaratê de têkilî dewam dikin û ti carê têkiliyên her dû dewletan ji hev qut nebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin