Pistgirê Besar Esad: Em ê Hatayê ji Tirkiyê xilas bikin

01 August 2020 13:47 0 dîtin
Pistgirê Besar Esad: Em ê Hatayê ji Tirkiyê xilas bikin

PeyamaKurd - Piştgirê Beşar Esad, Serokê Dewleta Sûrî, Serfermandarê Lîwaya Îmam Mehdî Mîrlîwa Fîras Drouf got, “Armanca me dorpêçkirina Artêşa Tirkîyê ye. Em ê ligel Artêşa Misrê Iblibê jî Hatayê jî xilas bikin.”

Piştî gotina Wezîrê Derve yê Sûrî Velîd Muallîm ya “Em ê Hatayê vegerînin” piştgirê Beşar Esad Serfermandarê Lîwaya Îmam Mehdî Mîrlîwa Fîras Drouf jî dubare ev gotin kir û got Em ê Hatayê ji Tirkiyê bistînin.

Drouf diyar kir, leşkerên Misrê li Idlibê cihekî nêzikî Artêşa Tirkîyê bicih bûne û got, em ê Hatayê jî, İdlibê jî, ji Tirkiyê bistînin.

Drouf got, “Artêşa Misrê li başûra Idlibê cihekî nêzikî Artêşa Tirkîyê bicih bûye. Em di mebesta avakirina bargehekê de ne ku Arteşa Misrê bikaribe hedefan bixe. Armanca me dorpêçkirina Artêşa Tirkiyê ye. Em ê ligel Artêşa Misrê Iblîbê jî Hatayê jî xilas bikin.”