Koçberên Sûriyeyî Tirkiyê diterikînin: Heya niha 18 hezar kes ji Tirkiyê derketine

29 February 2020 16:30 0 dîtin
Koçberên Sûriyeyî Tirkiyê diterikînin: Heya niha 18 hezar kes ji Tirkiyê derketine

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip ragihand ku heya niha ji 18 hezaran bihûrî. Erdogan diyar kir ku bi çûyînên îro re tê çaverêkirin ku ev hejmar bigihîje 25 hezaran.

Rojaçarşemê Erdogan eşkere kiribû ew dê êdî rê li ber çûyînan koçberan negirin û yên bixwazin dikarin biçin welatên Ewropayê.

Yûnanîstan: Di 24 saetên dawiyê de 4 hezar kes hatin rawestandin

Dewleta Yûnanîstanê diyar kir ku di 24 saetên dawiyê de 4 hezar kesên ku ji Tirkiyê hewil dane derbasî Yûnanistanê bibin, hatin rawestandin û teqez dikin ku di vî warî de bibiryar in.

Rayedarên yûnanî dibêjin di 24 saetên dawiyê de nehiştine ku 4 hezar kes derbasî nava xaka wan bibin û ji bo rêlibergirtinê hem li bejahiyê û hem ji aliyê behre tevdîrên xwe xurttir dikin.

Hêjauî gotinê ye ku bi hezaran penaberên Sûriyeyî gihîştin ser sînorê Yunanistanê, lê polisên Yunanistanê rê nade ew koçber derbasî nava xaka wî welatî bibin û li niha ew koçber ser sînorî disekinin ku derbas bibin.