Tirkiyê 371 hezar koçberên sûriyeyî vegerandine

19 December 2019 11:02 0 dîtin
Tirkiyê 371 hezar koçberên sûriyeyî vegerandine

PeyamaKurd Walîyê Stenbolê Ali Yerlikaya dibêje, heya niha ji Tirkiyê 371 hezar koçberên sûriyeyî vegeriyane û ji wan 50 hezar kes ji Stenbolê hatine şandin.

Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya da xuyakirin, li Stenbolê 557 hezar koçberên sûriyeyî bi mohleta niştecihbûnê û 555 hezar jî bi parastina demkî hene ku bi giştî milyonek û 112 hezar kes in.

Ali Yerlikaya da zanîn, heya niha ji Stenbolê 50 hezar û bi giştî 371 hezar penaber bi daxwaza xwe vegeriyane navçeyên xwe li Sûriyê û got, vegera koçberên, bi qasî şerê li dijî terorê girîng e.

Yerlikaya herwiha got, li gor daneyên Netewên Yekbûyî (NY) li cîhanê 258 milyon koçber hene û Tirkiye yekem welat e ku ji koçberiyê bibandor dibe ku li Tirkiyê nêzîkî 5 milyon penaber hene.