450 hezar zêdetir zarokên Sûriyeyî li Tirkiyê hatin dinyayê

03 September 2019 21:31 0 dîtin
450 hezar zêdetir zarokên Sûriyeyî li Tirkiyê hatin dinyayê

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu rêjeya zarokên xelkê Sûriyê yên ku li Tirkiyê hatine dinyayê ragihand û got ku jimara wan di ser 450 hezarî de ye. Soylu weha got:

“Belkî em nebûna sedem, van zarokan nehatina dinyayê. Dibû ku seqet bimana an di bin bombeyên varêlan de perîşan bibûna.”

Soylu got ku li Tirkiyê 3 mîlyon û 600 hezar mirovên ji Sûriyê hene û erdnîgariya başûrê Tirkiyê tije zor û zahmetîne, daîma tê de koçber derbas dibin û tên Tirkiyê.

Soylu behsa rêjeya Afxaniyan jî kir û got ku sala borî jimara Afxaniyên qaçax 100 hezar û 200 kesin. Lê bo sala 2019an jimar derketiye 102 hezarî. Wisa xuya dike ku heya dawiya salê ev jimar dê derê 150 hezarî.