Soylu: 700 hezar zarokên Sûrî li Tirkiyê ji dayik bûne
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir ku li Tirkiyê 700 hezar zarokên Sûrî ji dayik bûne û wek dewlemendiyekê nirxand.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyamn Soylu îro 10ê Tîrmehê di çarçoveya bernameya xwe ya Cejna Qurbanê de ligel nûnerên çend saziyên civaka sivîl ên koçberan civiya û piştî civînê derbarê rewşa koçberên li Tirkiyê û pêşhatên dawî yên li wî welatî de got, li Tirkiyê zêdeyî 700 hezar zarokên koçberên Sûrî ji dayik bûne û got: “Ev dewlemendiyeke mezin e"
Soylu diyar kir: “Tirkiye koçê birêve dibe. Tirkiye rûbirûyê koça qeçax û neyasayî dibe. Vê yekê bi polîtîkayekê dike û di heman demê de bi wijdan û rehmê dike. Zêdeyî 700 hezar xwîşk û birayên me yên Sûrî li vî welatî ji dayik bûne. Bila ji min aciz bibin. Çi bibêjin jî bila bêjin li beramber wê qêrîna kêfxweşiya dayik û bavekî ku ji şer û mirinê reviyane, hatine vî welatî û zêdeyî 700 hezar cîhan çêkirine.”
Li gorî amarên fermî li Tirkiyê derdora 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûrî hene ku beriya niha jî Soylu gotibû, “Heta niha ji Tirkiyê 503 hezar û 150 koçberên Sûrî li ser daxwaza xwe ji Tirkiyê vegeriyane welatên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin