Tirkiyê 13 hezar mamosteyên Sûrî ji kar dûr xist
PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê, 13 hezar mamosteyên Sûrî ji kar dûr xist.
Çend ajans û malperên Sûrî ku navendên wan li Tirkiyê ne diyar kirin, Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê nameyek bi rêya bernameya whatsappê ji çend mamosteyan re şand û tê de ew agahdar kirin ku ji kar hatine dûrxistin.
Li gor zanyariyan sedema dûrxistina mamosteyên Sûrî, rawestandina piştevaniya darayî ya “UNICEFê ye.”
Li gorî heman çavkaniyan, wezaretê beriya meh û nîvekê, lînkek ji mamaosteyan re şand û tê de daxwaz ji wan kir ku pisporiyên xwe yên di warên din de nîşan bidin, lê wê demê ti sedem eşkere nekiribû.
Rêveberiyên dibistanan berî çend rojan, kadroyên perwerdehiyê agahdar kiribûn ku piştevanî û alîkariya UNICEFê rawestiyaye.
Destpêka îsal Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, hejmareke mamosteyên Sûrî ji kar dûr xistibûn, ew jî bi sedema ku bawernameyên wan, têrî wê yekê nakin, ku bibin mamoste.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin