Li Tirkiyê 33 hezar kes bi KHKyê ji kar hatine dûrxistin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: "Ji teşkîlata ewlehiyê hejmara kesên ku bi rêya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan da (KHK) piştî 17-25ê Çileyê û 15ê Tîrmehê ji kar hatine dûrxistin nêzîkî 33 hezaran e.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Soylu got: "Ji teşkîlata ewlehiyê hejmara kesên ku bi rêya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan da (KHK) piştî 17-25ê Çileyê û 15ê Tîrmehê ji hatine dûrxistin nêzîkî 33 hezaran e.
Soylu amaje kir ku piştî 15ê Tîrmehê wek gelek mijaran di mijara ewlekariyê de jî gavên cidî hatine avêtin, polîtîkayeke eşkere hatiye birêvebirin.
Wezîrê tirk got, "li aliyekî fişarên rêxistinên terorê yên wek PKK, FETO, DAIŞ û çepgiran tên berterefkirin, li aliyê din jî asayîşa li bajaran tê dabînkirin, li dijî sûcên sîberî, koçberiya bêdestûr têkoşîn tê dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin