Di serê Tirkiyê û PKKê de heta niha nêzî 5 hezar kes hatine kustin
PeyamaKurd - Grûpa Qeyrana Navdewletî raportek derbarê şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de belav kir. Tê de hatiye ragihandin, ji 20ê Tîrmeha 2015an heta Hezîrana 2020an, 4906 kes di şerê navbera herdu aliyan de hatine kuştin.
Li gor wê raporê di hundirê 5 salan de, 2943 gerîlayên PKKê can dane û herwiha 827 polîs, 113 gundparêz hatine kuştin û nasnameya 226 kesan jî ne diyar e.
Grûpa Qeyrana Navdewletî hejmara kuştiyan bo salane daniye û diyar kiriye, sala 2015 687 kes, sala 2016 2242 kes, sala 2017an 825 kes, sala 2018an 607 kes û di 5 mehên yekem ên îsal de jî 54 kes, di şerê PKK û Tirkiyê de hatine kuştin.
Weke di raportê de hatiye aşkerekirin, ji wê hejmara qurbaniyan 4091 kes li Bakurê Kurdistanê, 464 kes li Başûrê Kurdistanê (gerîla û xelkê sivîl) û 258 kes ji bajarên din ên Tirkiyê ne.
Her li gor wê raporê,
Li Bakurê Kurdistanê bi 1106 kesan piraniya qurbaniyên wî şerî li bajarê Şirnexê, 808 kes li Colemêrgê, 412 qurbanî li Mêrdînê û 636 kes jî li Amedê di encama şerê herdu aliyan de bûne qurbanî.
Şerê di navbera gerîlayên PKKê û Tirkiyê de 35 sal e berdewam e û heta niha bi dehan hezar kesan canê xwe ji dest dane, ku piraniya wan kesan jî Kurd in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin