Mezlûm Ebdî: Heta niha ti mercên bo rawestandina operasyonên Tirkiyê negihîstine me
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, da xuyakirin ku ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê, heta niha ti merc ji wan re nehatiye gihandin.
Li gorî nûçeya K24ê Mezlûm Ebdî li ser pirsa derbarê mercên rawestandina operasyona Tirkiyê de gotiye, heta niha ti merc ji wan re nehatiye gihandin ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê û diyar kiriye, axaftina Berdevkê HSDê Aram Henna şaş hatiye fêmkirin û niha danûstandinên wan bi aliyên garantiya rêkeftina rawestandina şer kirine re heye.
Berdevkê HSDê Aram Henna berî niha derbarê hevdîtina Fermandarê Hêzên Rûsya yê li Sûriyê Aleksander Çayko û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de ji televîzyona El Erebiye re gotibû, Rûsyayê di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirk ragihandine.
Herwiha Henna li ser şert û mercan de agahî nedabû û gotibû ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.
Mezlûm Ebdî li ser qedexekirina lidarxistina Kongreya Çaremîn a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Qamişlo ku biryar bû 14ê Mijdarê li hola Zana bê lidarxistin jî ji K24ê re gotiye, wan destûra lidarxistina kongreyê dabû ENKSê, lê ji ber hin sedemên ewlehiyê, wan daxwaz ji ENKSê kiribû ku asayîş cihê kongreyê biparêze, lê belê ENKSê qebûl nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin