Mezlûm Ebdî: Em niha bi hevalbendên xwe re ji bo du tistan hewl didin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê daxuyanî dan weşana The World a Brîtanî. Ebdî li ser êrîşên berdewam ên Tirkiye û komên çekdar got, “Tiştên ku em bi rêya hevalbendên xwe hewl didin du tişt in: Ya yekem agirbesteke daîmî ye û ya duyem jî çareserkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ye.” Herwiha Mezlûm Ebdî destnîşan kir, li gorî îstixbaratên wan DAIŞ plan daniye ku ji valahiya ewlehiyê sûdê bistîne û êrîşî kamp û girtîgehên DAIŞî û malbatên wan tê de ne bike.
Mezlûm Ebdî, li ser pirsa, “Rapor hene ku dibêjin Tirkiye li ser sînor hêzan kom dike. Tu li ser van raporan çi dibêjî?” got: “Raporên we rast in. Belê, komkirina hêzan heye. Seferberî heye. Dronên artêşa Tirkiyeyê jî êrîşên wan diparêzin. Di rojên dawî de hewl didan Çemê Feratê derbas bikin û ber bi Kobaniyê ve biçin. Hêzên me li ber wan sekinîn û ew paş ve dan. Agahiyên me li ser planên wan ên ji bo êrîşkirina Kobaniyê hene. Seferberî û planên êrîşkirina Kobaniyê hene.”
Mezlûm Ebdî, da xuyakirin ku ew ji bo diyalogê hewl didin û diyar kir, “Em bi Koalîsyonê hêzên Amerîkî re ji dehsalan ve kar dikin. Em bi Wezareta Berevaniyê, Wezareta Karên Derve û Koşka Spî re jî dixebitin û diaxivin. Em dizanin ew li ser rewşê dixebitin, zextê li Tirkan dikin û di navbera me û Tirkan de navbeynkariyê dikin ji bo ku rê li ber binpêkirinên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bigirin. Ew hemû hewlên xwe didin ku vê mijarê bi rêya diyalogê çareser bikin. Tevî van hemû xebatên dijwar, bi rastî agirbesteke mayînde niha tune.”
Ebdî got, “Me çend xulek berê bihîst ku agirbesta berê heta hefteyeke din hat dirêjkirin. Niha agirbesteke me ya hefteyekê heye, ev jî baş e. Lê tiştên ku em bi rêya hevalbendên xwe hewl didin du tişt in: Ya yekem agirbesteke daîmî ye û ya duyem jî çareserkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ye.”
Fermandarê Giştî yê HSD li ser pêwendiyên bi Tehrîr El Şamê re jî wiha axivî: “Hefteya din pêwendiyên me yên bi HTŞê re tenê li ser hevahengiya ewlehiyê bûn. Ew jî bi tenê tê wateya kanalên ‘nedijberî’ û hevahengiyê. Ango, em tenê dixebitin ku em rûbirûyî hev nebin ji ber ku niha xetên me yên hevbeş ên sînor hene. Loma, ev pêwendiyeke di asta operasyonî de ye. Eger em behsa pêwendiyên siyasî bikin, ti pêwendiyên siyasî tune ne.”
Mezlûm Ebdî dawiyê bibîr xist, ji ber ku ew mijûlî êrîşan dibin wan heta niha bi Tehrîr El Şamê re pêwendiya siyasî nedaniye û ji ber êrîşan heta niha şandeke wan neçûye Şamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin