SOHR: Tirkiyê 7 hezar û 400 çekdar sandine Libyayê, 249 ji wan hatine kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê 7 hezar û 400 çekdarên kirêgirtî yên opozîsyona Sûriyê veguhastine Lîbyayê û heta niha 249 ji wan di şer de hatine kuştin.
SOHR da xuyakirin ku Tirkiye di şandina çekdaran bo Lîbyayê de berdewam e û tenê di demên dawî de 26 ji wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve di şerên li dijî hêzên Hefter de hatine kuştin.
SOHRê daye zanîn ku Tirkiyê heta niha ji bo şerê li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku di bin fermandariya General Xelîfe Hefter de ye, 7 hezar û 400 çekdar ji Sûriyê veguhastine Lîbyayê ku heta niha 249 çekdar hatine kuştin.
Li gorî SOHRê çekdarên bo Libyayê hatine şandin, endamên komên çekdarên Lîwa El-Mutasim, Lîwa Siqûr El-Şemelî, Sultan Murad, Suleyman Şah û Hemzatê ne.
SOHRê ev zanyariyên xwe spartine çavkaniyên xwecihî ên pêbawer ku dibêje, piraniya wan çekdaran di şerên li çeperên Selah El-Dîn li başûrê Trablusê, El Ramlaha nêzîkî Firokexaneya Trablusê, El Hadabah, Misrata û deverên din ên Lîbyayê hatine kuştin.
Herwiha SOHRê daye zanîn ku 2 hezar û 500 kesên din jî ji aliyê Tirkiyê ve rahênana wan tê kirin dku bo Lîbyayê bên şandin.
SOHRê diyar kiriye ku hinek ji komên çekdar red dikin navên çekdarên xwe li wan lîsteyan tomar bikin ku bo Lîbyayê bên şandin û ji ber wê jî mûçeyên wan têne qutkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin