Mismarî: Tirkiyê 7 hezar û 500 çekdar sandine Libyayê

16 March 2020 01:32 0 dîtin
Mismarî: Tirkiyê 7 hezar û 500 çekdar sandine Libyayê

PeyamaKurd - Ehmed El-Mismarî yê Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ku girêdayî Fermandarê Giştî Xelîfe Hefter e, ragihand ku Tirkiyê 7 hezar û 500 çekdar şandine Libyayê û ew ji bo derxistina wan hêzan ji welatê xwe bi israr in.

Ehmed El-Mismarî îro di civîneke rojnamevanî ya li paytexta Misirê Qahîreyê de bal kişand ser ku Tirkiye çekdarên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û El-Qaîde dişîne Libyayê û got, “Erdogan xelîfeyê çalak ê terorîstan e û hejmareke mezin ji Tirk û çeteyên sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.”

El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û wiha pê de çû: “Hêzên Tirkiyê stasyonên radar û moşekan li nêzî Mesrata û Miêtîqayê ava kirin.”

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê piştrast kir ku tevahî petrol û gaza Lîbyayê niha di bin serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ye û destnîşan kir ku kesê êrîşên terorî li Lîbyayê pêk tîne Tirkiye ye.

Mismarî got, “Çeteyê bi navê Ebî El-Firqan wêneyên xwe li rex serokkomarê Tirkiyê, serok istîxbaratê û wezîrê parastinê belav kirine.”

Mismarî da zanîn, “Hêjmara çekdarê Tirkiye şandine, gihîştiye 7 hezar û 500 çekdaran. Di navde hezar serbaz û ferdên Tirkiyeyê jî hene. Fermandarê tevahî komên çekdar milyonek dolar ji hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê wergirtiye. Qedera terorên li Lîbyayê yan kuştin an jî xistina girtîgehê ye.”

El-Mismarî herwiha got ku Tirkiyê heftane 300-400 çekdaran dişîne Lîbyayê û nêzî 190 ji wan jî ji Lîbyayê reviyane çûne Ewropayê.”

Wî herwiha da zanîn ku di nava cil û bergên çekdarên ku Tirkiyê şandine herêmê de dermanên hişbir û sembolên DAIŞê yên li ser cilên wan hene, hatine dîtin.