Efrîn | Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 32 hezar darên zeytûnan
PeyamaKurd – Çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve, li navçeya Cindirês a Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, dest danîn ser 32 hezar darên zeytûnan.
Zanyariyên xwecihî dan zanîn, her du komên çekdar ên bi navên “Semerqend” û “Lîwaa Elweqas”, ku ser bi artêşa Tirkiyê ne, li nahiyeya Cindirêsê dest danîne ser 32 hezar darên zeytûnan.
Li gorî heman zanyariyan, ew dar ên xelkên gundê Kefer Sefre ne. Ji wê hejmarê 450 darên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Termûş ne, 650 darên malbata Mihcim Hac Ebdo ne, 300 darên malbata Reşîd Îbiş in û bêhtir ji 10 malbatên din hene ku bi nav û hejmarê hatiye belgekirin ku her yek çend darên wî dest li ser hatiye danîn, ku hinek ji wan bêhtir ji hezar darên zeytûnan, ku çekdaran dest danîne ser.
Herwiha carna jî li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî, şer di navbera çekdaran de derdikeve.
Çend çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê do belav kiribûn ku çekdarekî eşîreta Miwalî yê bi navê Ebû Redah, li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî, li gundê Qestel Miqdad ê ser bi nahiya Bilbilê ve hatiye kuştin.
Li gor wan çavkaniyan, di navbera endamên wê eşîretê de, li ser dabeşkirina zeytûnên ku ji erdên gundê Qestelê dizîne şer derketiye û ew çekdar ji aliyê kurmamê xwe ve hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin