Li Tirkiyê bi hezaran heciyên ji umrê vegeriyan xistin qerentîneyê

15 March 2020 13:27 0 dîtin
Li Tirkiyê bi hezaran heciyên ji umrê vegeriyan xistin qerentîneyê

PeyamaKurd – Li Tirkiyê piştî ku şeva borî di heciyekî ji umrê vegeriya de testa vîrûsa korona pozîtîv derket, hemû kesên îro ji Erebistana Siûdî vegeriyan li Enqere û Konyayê xistin bin çavdêriyê.

Wezareta Gencan û Werzîşê ya Tirkiyê ragihandiye ku wê kesên ji umrê vegeriyane 14 rojan di qerentîneyê de bimînin û proseya wê dest pê kiriye.

Herwiha ji şevê din ve ji bo 5 hezar û 300 heciyên ji umrê vedigerin jî cihên mayîna xwendekaran hatin valakirin û ew kesên ji umrê hatibûn hatin bicihkirin.

Diyaneta Tirkiyê jî ragihandiye ku divê hemû kesên ji umrê vedigerin 14 rojan bikevin bin qerentîneyê û ji malên xwe dernekevin.

Bi tevahî 21 hezar kes îsal çûne umrê û hefteyek berê jî 15 hezar ji wan vegeriyabûn ku ji bo wan ti çavdêriyeke pizîşkî nehatibû kirin.