Karwana yekem a Heciyên Herêma Kurdistanê vegeriyan

18 July 2022 13:30 0 dîtin
Karwana yekem a Heciyên Herêma Kurdistanê vegeriyan

PeyamaKurd – Karwana yekem a Heciyên Herêma Kurdistanê, îro bi rêya balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê, vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Li gor hat zanîn, îro 18.07.2022yan de, di saet 11:00an de, yekem karwana Heciyên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 200 kes bûn û hemû jî rûniştvanên parêzgeha Hewlêrê ne, bi rêya balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê, vegeriyan Herêma Kurdistanê.