Heciyên Kurd vedigerin Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Yekem koma heciyên Kurd ên ku ji bo nimêja xwe ya hecê pêk bînin çûbûn Erebistana Sihûdî, wê di 22yê Pûşperê de vegere Herêma Kurdistanê.
Hate ragihandin ku wê koma dawî jî di 30yê Pûşperê de vegere Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya ku îro ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, vegera heciyên Kurd a ji bo welat, ji 22yê Pûşperê ve dest pê dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku koma yekem a heciyan wê di 22ê mehê de bi firokeyan vegere Herêma Kurdistanê û koma dawî jî wê di 30yê Pûşperê de ji Medîneyê derkeve.
Di daxuyaniyê de ji malbat û xizmên heciyan jî hat xwestin ku dema xizmên wan ji hecê vegeriyan, ew neçin frokexaneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin